Barrack: Trump soza Sûriyê bicih anî, hesabê banka navendî çalak kir
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Karûbarên Sûriyê û Balyozê Enqereyê Tom Barrack, li ser rewşa dawî ya Sûriyê ragihand ku piştî demeke dirêj di navbera her du welatan de geşedanên aborî û dîplomatîk pêş ketine.
Tom Barrack li ser peywendiyên nû yên di navbera Washington û Şamê de daxuyanî da û got, Serokê DYAyê Donald Trump soza xwe ya derbarê dayîna şans ji bo Sûriyeyê bicih anîye û ev yek bi encamên berbiçav diyar bûye.
Barrack di daxuyaniya xwe de bal kişand ser gavên aborî û wiha got: "Serok Donald Trump soza xwe ya ji bo dayîna şansekî ji bo Sûriyeyê bi cih anî. Hesabê Banka Navendî ya Sûriyeyê ya li Banka Rezerva Federal a New Yorkê (Federal Reserve Bank of New York), ji sala 2011an û vir ve cara yekem e ku dîsa çalak bûye."
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê diyar kir ku di navbera her du hikûmetan de di asteke bilind de hevahengiyek heye û got: "Pêşveçûna mezin û hevahengiya di navbera hikûmetên Sûriye û DYAyê de encamên berbiçav dide."