Barrack: Yekrêziya Herêma Kurdistanê ji bo aramiyeke mezin a li Iraqê girîng e
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Iraqê Tom Barrack di daxuyaniyekê de ku îro roja sêşemê, 10ê Mijdara 2026an, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X"ê belav kir, tekez kir ku yekrêzî û hevgirtina ji bo hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê, ji bo avakirina Iraqa aram û bihêz xwedî girîngiyeke bingehîn e.
Tom Barrack behsa peywendiya xwe ya telefonî ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re kir û pesnê serokatiya her du serokwezîran da ku di serdana duh de nîşan dan.
Barrack her wiha tekez kir ku Amerîka dê li kêleka Hewlêr û Bexdayê bisekine daku bi hev re Iraqa pêşketî û xwedî serwerî ava bikin.
Ev daxuyaniya Barrack di demekê de tê ku Mesrûr Barzanî li Bexdayê ligel Elî Zeydî civiyabû û li ser mijarên mûçe, budce û qanûna petrol û gazê li hev kiribûn.