TR KU SO
FB X
Cîhan

Bav kurê xwe kuşt, bûk û neviya xwe birîndar kir

Admin M
Nivîskar
📅 19 îlon 2026 15:52

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Osmaniye li navça Sumbaşê li belda Mehmetliyê kesê bi navê Fevzi Topbaş (66), bi kurê xwe re munaqeşe kir û kurê xwe yê bi navê Aydın Topbaş (41) bi dasê kuşt.

Her weha bûka xwe ya bi navê Mehtap Topbaş (37) û neviya xwe Ayşe Topbaş (14) birîndar kir. Bûyer serê siba îro qewimî. Tîmên cendirmeyan kujer xistin binê çav.

Dema tîmên tenduristiyê gihan ciyê rûdanê, dîtin ku Aydın Topbaş li ciyê bûyerê miriye. Bûk Mehtap Topbaş û keça wê Ayşe Topbaş li ciyê bûyerê derman krin û paşî bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya navça Kadirliyê.

Parve bike: