Cîhan
Bavê 8 zarokan kuştin
PeyamaKurd – Li bajarê Adana li navça Seyhanê li taxa Dağlıoğlu di wexta şevê de kesên nasnama wan nediyar êrîşê ser Yaşar Akman kirin û wî giran birîndar kirin. Akman, birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da.
Akman, dema di kolanê de diçû, kes an kesên çekdar bi çekan lê xistin û wî giran birîndar kirin.
Hêzên asayîşê, ew êrîşkerên ku şopa xwe wenda kirine, ketine pey wan da wan bigrin. 8 zarokên Yaşar Akman hene û niha tev yetîm man.
Piştî limêja cenaze ya Akman, li navça Seyhanê li goristana Küçükoba defin kirin.