Cîhan
'Bavê Talîbanê' hat kustin
PeyamaKurd- Li welatê Pakistanê seydayê damêzrênerê Talîbanê Melle Omer, Mewlana Samîul Haq ku li Pakistanê dima, îro li mala xwe, di êrîşeka bi kêrê hat kuştin.
Samîul Haq, serokê rêxistina alimên Îslamê û serokê berê yê medreseya Haqqaniye ya Darul Ulûmê bû. Seydayê damêzrênerê Talîbanê yê Mela Omer bû û bi laqabê “Bavê Talîbanê” dihat nasîn.
Li gor ragihandina kurê wî Hamidul Haq, bavê wî li bajarê Bahria Townê dijiya ku dikeve navbera bajarên Rewalpindî û Îslamabadê. Mela Omer, Haqqanî û Mansûr ji medresa wî derçûne.
Heya niha ti kes an rêxistin bûyerê nekiriye stûyê xwe.