TR KU SO
FB X
Cîhan

Behra Egeyê ji xwînê têr nabe: 15 mirî

Admin M
Nivîskar
📅 17 adar 2018 20:40

Li Behra Egeyê bota ku koçberan dibir noqav bû. Di noqavê de yek jê jin 15 kes mirin. Dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe.

Li gor agahiyên çapemeniyê li dora Girava Agothinisi ku nêzî navçeya Didimê ye, botek noqav bû ku tê de 20 kes hebûn. Heya niha cesedê jinekî, zarokekî bi tevahî 15 cesed hatine dîtin.

Li ser behrê Asayîşa Qerexê Behrê û Ajansa Parastina Sînor ya Yûnanê bi keştî û helîkopterên xwe lêgerînê dikin. Di rizgarkirina kesên di botê de 3 kes bi saxî hatine derxistin.

Bota ku noqav bûye wenda ye û xebat tê kirin da xwe bigihîjin botê.

Parve bike: