TR KU SO
FB X
Cîhan

Belarus: Yên xiyanetê bikin, dê werin darvekirin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 10 adar 2023 18:00

PeyamaKurd- Serokomarê Belarûsê Aleksanr Lukashenko, bi biryarnameyekê ragihand ku heger rayedarên dewletê xiyanetê bikin, dê bi sizayên darvekirinê bên sizadan.

Li gorî agahiyên ku ji qada siyasî ya Belarûsê hatin ragihandin, Aleksandr Lukashenko îro biryarnameyeke nû li ser rayedar û karmendên dewletê destnîşan kir ku yên ku li welatê xwe xiyanetê bikin, dê bên darvekirin.

Biryarnameya ku li ser portala Serokatiya Belarusê hat weşandin, ji bo karbidestên ku xiyanetê li dewleta Belarusê dikin, dikarin sizayên curbecur, bi taybetî bi sizayên darekirinê re rû bi rû bimînin.

Li gorî biryarnameya "Guhertina zagona berpirsiyariya tawanê" biryarên ku di çarçoveya şerê tundrew û dij-dewletê de hatine girtin dê ji bo hemû karmendên dewletê yên ku li Belarusê kar dikin derbas bibin.

Her wiha di biryarnameyê de kesên ku armanca wan desteserkirina dewletê, sîxuriyê, girtina agahiyan, çêkirina komployên curbecur, propagandaya terorê, bêrûmetkirina Hêzên Çekdar, yekîne û pêkhateyên din ên leşkerî, avahiyên paramîlîteran û bi cihanîna şert û mercên parastina dewletê, hatiye diyarkirin.

Parve bike: