TR KU SO
FB X
Cîhan

Beqayî: Ti plana me ya hevdîtina ligel aliyê Amerîkayê nîne

Admin H
Nivîskar
📅 30 hezîran 2026 19:34

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku di çend rojên pêş de tu planeke wan nîne ku di tu astê de ligel berpirsên Amerîkayê bicivin an danûstandinan bikin.

Beqayî destnîşan kir ku civîna ku tê çaverêkirin sibe li Dohayê (Qeter) bê lidarxistin, tenê ligel karbidestên Qeterî ye û armanca wê gotûbêjkirina xalên rêkeftinê ye, bi taybetî serbestberdana saman û darayiyên Îranê yên ku hatibûn cemidandin.

Îranê îdiayên navdewletî yên li ser destpêkirina diyaloga rasterast a ligel Washingtonê red kir û tekez kir ku pîvana wan tenê nivîsa fermî ya rêkeftina Îslamabadê bixwe ye.

Parve bike: