Berdevka Partiya Zaferê: Me bihîst failê teqîna Îstebolê Fîlîstîniye
PeyamaKurd – Berdevka Partiya Zaferê ya Tirkiyê Sevda Gül Tunçer, ragihand ku partiya wan agahî sitendiye ku failê teqîna bombeyî ya li Taksim a Îstenbolê ya Caddeya Îstîqlalê bi eslê xwe Fîlîstîniye. Tunçer pirseka weha jî kir:
“Gelo raste ku fail 6 mehe ji bernama alîkariyê ya Neteweyên Yekgirtî ji IOM yê fêde dibîne?”
Li gor ragihandina rojnama Independent Türkçe, berdevka Partiya Zaferê Tunçer, li navenda partiya Zaferê civîna çapemeniyê kiriye û li ser êrîşa Îstenbolê daxwuyaniyan daye. Pirseka dinê ya berdevka Partiya Zaferê wehaye:
“Yekser piştî teqînê ew kesê ku we li navça Şîşhane ya Îstenbolê kuşt kiye?”
Tunçer got ku agahî sitendine kirdeya teqînê Ahlam Albashır bi eslê xwe Fîlîstîniye, 6 mehe ji NY alîkariyê distîne û weha dewam dike:
“Desthilatên pêwendîdar ragihandin ku failê bûyerê ji Sûriyê ji Efrînê hatiye. Me agahî sitend ku ev kes Fîlîstîniye. Hun ê rastiyan bibêjin? Raste ku ev fail 6 mehe ji bernama NY ya IOM ê alîkariyê distîne? Di dîroka têkoşîna Tirkiyê ya li hemberê terorê de, terorîstekî biyanî ku weha alîkariyê ji NY sitendibe heye, gelo? Yekser piştî teqînê li ber Şîşhanê kesê we wî kuşt kiye? Süleyman Soylu got ku ew taziya Amerîkayê qebûl nakin’ lê serokkomarê Tirkiyê Erdoğan Amerîkayê jî xist navê û taziyan qebûl kir û peyama sipasiyê belav kir. Hun di nav munaqeşeyekî çawa de bersiva xelkê didin? Em bersiva pirsen xwe dixwazin, rastiyan bêjin.”