Cîhan
Berdevka WHO: Li Ewropa kêm dibe, li Tirkiyê zêde dibe
PeyamaKurd – Berdevka Rêxistina Tenduristiya Cîhanê )WHO) Dr. Margaret Harrîs, li ser hejmarên tûşbûyên vîrûsa koronayê ragihand, li hin deverên Ewropayê kêm dibin, li Brîtanya û Tirkiyeyê jî hejmar zêde dibin.
Berdevka Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Dr. Margaret Harrîs, li Cenevreyê bi daxuyaniyekê eşkere kir, pêketina vîrûsa koronayê li Tirkiye û Brîtanyayê zêde dibe û wiha got:
“Hejmarên tûşbûna vîrûsa koronayê Îtalya û Îspanya jî di nav de li hin deverên Ewropayê kêm dibin û li Brîtanya û Tirkiyeyê hê jî zêde dibin.”