TR KU SO
FB X
Cîhan

Berdevkê Artêsa Îsarîlê: Me mala Rêberê Hemasê bombebaran kir

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 16 mijdar 2023 19:40

PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ragihand ku wan mala Rêberê Hemasê Îsmaîl Haniye bombebaran kiriye.

Daniel Hagari di parvekirina xwe de da zanîn ku wan mala Rêberê Hemasê Îsmaîl Haniye ji hewayê ve kiriye armanc.

Daniel got, “Carinan rêvebirên payebilind ên Hemasê li vê malê dicivin.”

Li gorî çavkaniyên li Xezeyê, Îsmaîl Haniye dema vê êrişê ne li Xezeyê bûye.

 

Parve bike: