TR KU SO
FB X
Cîhan

Berdevkê PDK-Îyê nexşerêya şeş partiyên Kurdistanî pêşkêşî pisporên Amerîkî kir

Admin İ
Edîtor
📅 16 adar 2026 16:23

PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) Xalid Ezîzî, di çarçoveya serdana xwe ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, li gel berpirs, dîplomat û pisporên ewlehiyê yên Enstîtuya Ewlekariya Neteweyî ya Cihûyan (JINSA) civînek pêk anî.

Di vê civîna taybet de ku ji bo pispor û lêkolînerên warê ewlehiya neteweyî hatibû organîzekirin, Xalid Ezîzî nirxandineke berfireh li ser pêşketinên siyasî û leşkerî yên dawî li Kurdistan û Îranê pêşkêş kir.

Ezîzî bal kişand ser hevpeymaniya stratejîk a di navbera şeş partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê de û rola pêşeng a PDK-Îyê di vê pêvajoyê de nirxand.

Di hevdîtinê de mijarên germ ên wekî bandora rageşiya di navbera DYA-Îsraîl û rejîma Îranê de li ser hevsengiyên hêzê yên li Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin. Beşdaran li ser senaryoyên gengaz ên ji bo pêşeroja siyasî ya Îranê û pozîsyona stratejîk a gelê Kurd danûstandinên giring kirin.

Di beşa pirs û bersivan de, Ezîzî bersiva pirsên lêkolîner û şêwirmendên payebilind ên derbarê kapasîteya opozîsyona li hundirê Îranê û guhertinên jeopolîtîk ên piştî şerê dawî da. Pisporan diyar kir ku nirxandinên PDK-Îyê ji bo têgihîştina dînamîkên siyasî yên li Îranê xwedî nirxekî bilind ê dîplomatîk û analîtîk in.

Pisporên JINSAyê destnîşan kir ku dîtinên PDK-Îyê perspektîfeke zelal pêşkêşî Washingtonê dikin da ku di pêşeroja Îranê de stratejiyên rast werin avakirin.

Parve bike: