TR KU SO
FB X
Cîhan

Berdevkê serokatiya Tirkiyê Kalin: “YA yê bê plan û qels e”

Admin M
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2021 00:30

PeyamaKurd – Berdevkê serokomariya Tirkiyê İbrahim Kalın got ku Yekîtiya Awrûpayê bê plan e û qelse. Kalın bo rojnama Alman ya bi navê Frankfurter Allgemeine Zeitung ê ragihandiye ku di derbarê Yekîtiya Awrûpayê de xeyalên wan şikestine, YA yê ji vîzyona ku têkiliyên navbera Tirkiyê û YA yê şeklekî bidinê bêpare. Kalın weha got:

“Ez meraqê dikim bê çima em li ti derê û sehayê pêşde naçin. Sedema vêya ne tenê Tirkiye ye lê YA jî bê plane û qelse.”

Kalın her weha rexne li encama zîrwe ya YA yê dike û gotiye ew ne bendebûn ku encam ew çend kêm be. Her çendîn Tirkiye li benda zîrweya êlûnê dimîne jî, tiştên Tirkiye li bende ne, dê wê wextê jî nebin. Kalın behsa çûna Merkel dike û dibêje piştî Merkelê diyar nîne dê kî bikeve şûna wê û siyaseta Almanya çawabe.

Kalın her weha ragihand ku li ser koçberan peymanekî di sala 2016 an de bi YA re çêkiribûn lê YA yê xalên wê bicîh neanîne.

Parve bike: