TR KU SO
FB X
Cîhan

Berfirehbûna Çînê dikare hesaban xera bike

Admin L
Nivîskar
📅 13 hezîran 2023 16:02

PeyamaKurd Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) diyar kir, li tevahiya cîhanê hejmara çekên nukleer ên operasyonel zêde dibin û hişyarî da ku xetereya nukleerê ya giştî ya li ser ewlehiya cîhanê her ku diçe zêde dibe.

SIPRI bal kişand ser biryara Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a danîna fuzeyên nukleerî yên taktîkî yên li Belarusê, SIPRI diyar kir ku zêdebûna cebilxaneya çekên nukleerî ya Çînê gihîştiye rêjeyên tirsnak.

Çîn wê di nav 10 salan de bigihêje Amerîka û Rûsyayê

Rapora dawî ya SIPRI hişyarî dide ku, bi saya mezinbûna cebilxaneya nukleerî ya Çînê, Pekîn wê di deh salan de bigihîje stokên nukleerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsyayê.

Lêkolînerê payebilind ê SIRPI Hans M. Kristensen diyar kir, "Çîn dest bi berfirehkirina cebilxaneya xwe ya nukleerî kiriye û ev dikare hesabên nukleerî yên cîhanê têk bibe."

Parve bike: