Cîhan
Berhem Salih êrîsa ser Hesda Seibî ser sermezar kir
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih, bi daxuyaniyekê êrîşa hêzên biyanî bi ser hejmarek bingehên hêzên Iraqê û Heşda Şeibî li Kerbelayê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de Berhem Salih got, ew êrîş bi bipêkirina serwerîya nîştîmanîya Iraqê ye û ragihand, arîşeyên ewlekarîyê bi piştevanîkirina hikumeta Iraqê daku erkên xwe bicih bike û şîyan û îradeya wê bihêz bibe û yasa biçespe, têne çareserkirin û nabe rê bê dayîn Iraq bibe qada şerê bi wekalet.
Piştî êrîşa moşekî ya ser baregeha Hevpeymaniya Navdewletî li Bexdayê, balafirên şer êrîş biribûn hejmarek bingehên Heşda Şeibî û Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê ku Pentagonê tenê li êrîşên ser Hizbullahê mikur hatibû.