Berhem Salih û parêzgarê Helebê vegera koçberan gotûbêj kir
PeyamaKurd - Komiserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Karûbarên Penaberan Berhem Salih, li gel şandeke balyozên NYyê serdana Helebê kir û ji aliyê Parêzgarê Helebê Endezyar Ezam el-Xerîb ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de gelek dosyayên mirovî hatin gotûbêjkirin û di serî de rêyên vegereke ewle ya koçber û penaberan bo ser mal û milkên wan ên li herêmê hatin nirxandin. Her wiha xebatên ji bo girtina kempên koçberan û zêdekirina piştgiriyê bo kerta perwerde û tenduristiyê jî hatin axaftin.
Di civînê de, aliyan li ser bihêzkirina mekanîzmayên hevahengî û hevkariyê yên di navbera saziyên peywendîdar û Neteweyên Yekbûyî de rawestiyan. Hat diyarkirin ku armanca van gavên hevbeş ew e ku bersivdana bo pêdiviyên mirovî yên welatiyên li parêzgeha Helebê bê baştirkirin û piştgiriyeke temam bo xizmetguzariyên bingehîn bê dabînkirin.