Cîhan
Berpirsê Hemasê: Hizbullah nakeve ser!..
PeyamaKurd – Yek ji berpirsên Tevgera Hemasê Ahmed Ebdulhadî, xeta sor a Hizbullaha Lubnanê bo bikeve şerê Îsraîlê eşkere kir.
Ebdulhadî ji medyayê re daye xuyakirin ku heger Xeze bi temamî ji aliyê Îsraîlê ve bê tunekirin, wê çaxê wê Hizbullah jî dest bi şerê Îsraîlê bike.
Berpirsê Hemasê yê Beyrûdê Ahmed Ebdulhadî, derbarê pevçûnên Hizbullah û Îsraîlê yên ser sînoran de got, niha dema wê heye Hizbullah beşdarî şer bibe û wiha pê de çû: "Ji bo Hizbullahê xeta sor, bi Xezeyê bi temamî tunekirina xeta berxwedanê ye.”