TR KU SO
FB X
Cîhan

Berpirsekî Heşda Şaibî di operasyonê de hat desteserkerin

Admin H
Nivîskar
📅 24 tebax 2026 12:04

PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yên Iraqê di operasyonekê de li paytext Bexdayê berpirsekî bilind ê Desteya Revebirê Heşda Şeibî yê bi navê "Ekrem Ebû Cefer" li mala wî desteser kir.

Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku di eynî operasyonê de li devera Belediyatê ya li rojhilatê Bexdayê 3 endamên din ên Heşda Şeibî jî hatine girtin, lê heta niha sedema van girtinan bi awayekî fermî nehetiye ragihandin .

Ev operasyon di demekê de tê ku hefteya borî jî (17ê Tebaxê) Berpirsê Hewalgiriya Heşda Şeibî yê Zîqarê Ebas Yeqbûbî ji aliyê Hêzên Dijeterorê ve hatibû girtin û piştî du rojan bi biryara dadgehê hatibû berdan.

Ew girtina berê bûbû sedema aloziyên mezin û komên çekdar gefa êrîşkirina ser Devera Kesk û xala Serokwezîriya Iraqê xwaribûn.

Parve bike: