TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê bersiva Almanyayê da: Êrîşên Amerîka û Îsraîlê nayên biçûkxistin

Admin H
Nivîskar
📅 22 gulan 2026 17:05

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, bersiveke hişk da daxuyaniyên Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ku êrîşên serbazî yên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê wekî "şerekî nehewce" bi nav kiribû. Beqayî li ser hesabê xwe yê torên civakî rû bi rûyî Steinmeier ragihand ku raste ev şerê hatiye ferzkirin dikaribû bihata astengkirin; lê koka krîza heyî ya herêmê û cîhanê rasterast ji ber vekişîna neyasayî û keyfî ya Amerîkayê ya di Gulana 2018’an de ji peymana nukleerî (JCPOA) dest pê kiriye. Berpirsê Îranî tekez kir ku ev destwerdana serbazî nabe tenê wekî şerekî nehewce kêm were nîşandan an ji nû ve were pênasekirin.

Berdevkê wezaretê destnîşan kir ku di Destûra Neteweyên Yekbûyî de hîç têgeheke wekî "şerê pêwîst" tune ye ku mafê bikaranîna hêzê bide welatekî li dijî serweriya xaka welatekî din. Beqayî diyar kir ku ev êrîşên dawî yên li ser xaka Îranê, binpêkirina aşkere ya xala 2 ya Destûra Neteweyên Yekbûyî ye û tawanekî eşkere ye ku li dijî dewleteke serbixwe hatiye kirin. Di daxuyaniya îro  de, Beqayî bang li hemû welatên ku girîngiyê didin serweriya qanûnê û rêzikên NY’yê kir ku vê kiryara serbazî bi tundî şermezar bikin û daxwaza hesabpirsînê ji êrîşkarên vî şerî bikin.

Parve bike: