Bersiva tund a Îspanyayê ji bo YEyê: Em bi xwe biryara xwe didin!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ragihand, eger Yekîtiya Ewropayê dewleta Filistînê nas neke, welatê wî wê bi xwe biryara xwe bide.
Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo û Serokwezîrê Îspanyayê Sanchez piştî hevdîtinên xwe yên li Îsraîl û Filistînê li Misrê hevdîtin pêk anîn.
Sanchez li Misrê daxuyanî da çapemeniyê û îşaret bi wê yekê kir ku Îspanya wê di demeke kin de dewleta Filistînê nas bike.
Sanchez derbarê rewşa navborî de ev daxuyanî da:
“Êdî dem hatiye ku civaka navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê dewleta Filistînê nas bikin. Tiştekî hêja û girîng e. Divê em bi YEyê re vê yekê bikin, lê heke YE dewleta Filistînê nas neke, Îspanya wê biryara xwe bide."
Sanchez got, eger Yekîtiya Ewropayê dewleta Filistînê nas neke, welatê wî wê biryara xwe bide.
Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo û Serokwezîrê Îspanyayê Sanchez piştî hevdîtinên do ên li Îsraîl û Filistînê îro li Misrê hevdîtin pêk anîn.
Sanchez li Misrê daxuyanî da çapemeniyê û îşaret bi wê yekê kir ku Îspanya wê di demeke kin de dewleta Filistînê nas bike.
Serokwezîrê Îspanyayê got, “Êdî dem hatiye ku civaka navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê dewleta Filistînê nas bikin. Tiştekî hêja û girîng e. Divê em bi YEyê re vê yekê bikin, lê heke YE dewleta Filistînê nas neke wê Îspanya biryara xwe bide."