TR KU SO
FB X
Cîhan

Berxwedana Îslamî ji bo agahiyên li ser leşkerên Amerîkî xelateke bi qasî 114 hezar dolarî ragihand

Admin İ
Edîtor
📅 14 adar 2026 09:06

PeyamaKurd - Berxwedana Îslamî ya Iraqê (IRI), ku wekî grûpa nêzîkî Îranê tê naskirin, ji bo tespîtkirina cihê leşker û berpirsên îstîxbarata Amerîkayê xelateke diravî ya mezin diyar kir. Komê ragihand ku ew ê 150 milyon dînaran bidin her kesê ku agahiyên rast derbarê cihê Amerîkiyan de bide wan.

Li gorî daxuyaniya ku duh, roja Înê (13ê Adara 2026an) ji aliyê IRIyê ve hate belavkirin, ev xelata ku bi nêzîkî 114 hezar dolarî ye, dê ji bo “agahiyên rast ên pêşwext” were dayîn. Komê diyar kir ku armanca wan ew e ku karbidestên payebilind ên leşkerî an jî îstîxbarata Amerîkayê “were girtin an jî bêbandorkirin.”

Grûpê îdia kir ku piştî zêdebûna êrîşên li ser baregehên leşkerî, karmendên Amerîkî ji bo parastina xwe berê xwe dane navend û cihên sivîl. IRIyê bang li welatiyan kir ku agahiyan bi rêya kanalên wan ên ewle re par ve bikin û soza nepenî û parastina tam da “îxbarkaran.”

Ev gava IRIyê di demekê de tê ku rageşiya li herêmê piştî destpêkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê (28ê Sibatê) gihîştiye asta herî bilind. IRIyê îdia kir ku wan di nava 12 rojên dawî de 291 operasyon pêk anîne û di van êrîşan de 13 leşkerên Amerîkî hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin ku tenê di 24 saetên dawî de 31 êrîşên bi dron û roketan li dijî baregehên Amerîkî hatine encamdan.

Parve bike: