Cîhan
Besa sêyem a S-400an bi rêya deryayê radestî Tirkiyê tê kirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku beşa sêyem a pergala berevaniya esmanî ya S-400 di nêzîk de bi rêya deryayê bo Tirkiyê tê hinartin.
Li gor ajansa fermî ya Rûsyayê, beşa sêyem a S-400 ku ji 120 moşekan pêk tê, bi rêya keştiya berhilgir a leşkerî ve bo Tirkiyê tê şandin.
60 pispor û endazyarên leşkerî yên artêşa Tirkiyê ligel moşekan dibin ku piştre ligel 80 pispor û endazyarên leşkerî yên Rûsî dest bi perwerde û rahênanê dikin.
Doh Înê (12.07.2019) du beşên sîstema S-400 bi rêya firokeyên barhilgir ên leşkerî yên rûsî gihiştin Tirkiyê û li Baregeha Esmanî yê Murted a Enqerê danîn û ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin depokirin