Cîhan
Bi 20 wesayîtan êrîs kirin: 50 terorîst hatin kustin
PeyamaKurd - Li başûrê rojhilatê Nîjerê di şerekî giran de 50 terorîstên koma Boko Haram a girêdayî El Qaydê hatin kuştin.
Hikumeta Nîjerê bi daxuyaniyekê ragihand ku li qada Toûmoûr a li herêma Dîfayê, çekdarên Boko Haram bi 20 wesayît û bi çekên giran êrîş birin ser xaleke leşkerî.
Li gorî daxuyaniyê di êrîşa şeva 15-16ê Adarê de pêk hat, 50 terorîstên Boko Haram hatin kuştin.
Çekdarên Boko Haram li Çola Çadê ya di navbera Nîjer, Nîjerya û Çadê xwedî liv û tevgerin ku Hikumeta Nîjeryayê ji sala 2015an ve şerê Boko Heramê dike.