TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi 8 mosekan êrîsê balyozxaneya Amerîka kirin

Admin H
Nivîskar
📅 16 sibat 2020 14:01

PeyamaKurd - Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku îro berê sibehê Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê bi 8 moşekan hatiye hedef girtin.

Li gorî çavkaniyê, 4 moşek ji herêma navbera Cemîle û Talibiye ya di bin destê milîsên Nucebayê de, moşekek ji Zaferaniye ya di bin destê milîsên tevgera Bedir de û 3 moşek jî ji devera Zeyûna ya milîsên Esa’ib Ehl El-Heq hatine avêtin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku piştî êrîşê bi çend xulekan, êrîşeke din li ser navendeke lojistîk a Heşdî Şabî ya li kolana Filestîn pêk hat.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dİjî DAIŞê jî li ser Twitterê ragihand ku demjimêr 3:24ê sibeha Yekşemê, fûzeyên biçûk bi ser baregeheke li herêma Kesk û hêzên hevpeymaniyê pêşwazî dike hatine avêtin, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Parve bike: