Cîhan
Bi 8 mosekên katyusa êrîsî baregeha leskerî ya Amerîka kirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro li parêzgeha Selahedînê bi moşekên Katyûşa êrîşî Binkeya Esmanî ya Beled a Amerîkî ya eşkerî hat kirin.
Buroya Ragihandina Şer a Iraqê ragihand, îro bi 8 moşekên Katyuşa êrîşek bi ser Binkeya Esmanî ya Beled a leşkerî de hatiye kirin, lê derbarê zirarên vê êrîşê de ti zanyarî nehatin belavkirin.
Buroya ragihandinê derbarê nasnameya hêza êrîşkar de jî ti daxuyaniyek neda ku hîn nehatiye zelalkirin bê êrîş ji aliyê kîjan hêzê ve hatiye encamdan.