Cîhan
Bi bombeyê êrîs birin yekîneya leskerî û 8 lesker kustin
PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Maliyê di êrîşekî bombeyî de 8 leşker hatin kuştin. Li gor nûçeyan; li bajarokê Narayê li devera Guireyê bi bombeya destî û sîlihên giran êrîş birin ser yekîneya leşkerî. 8 leşker mirin û 12 leşker jî birîndar bûn.
Di êrîşê de bersivê dane û herî kêm ji êrîşkeran 31 kes hatin kuştin. Piştî êrîşê operasyon hatin destpêkirin. Nehat ragihandin bê kî an kîjan rêxistin êrîş biriye ser yekîneyê.