Cîhan
Bi fuzeyan li baregeha Amerîkayê ya Tacî xistin
PeyamaKurd- Li payîtexta Iraqê li Bexdayê, hinek hêzên ku hêj navên wan nehatiye diyarkirin, bi fuzeyan li baregeha Amerîkayê ya bi navê Taci yê xistin. Hat ragihandin ku 10 fuze avêtine baregehê.
Heya niha di derbarê cûreyên fuzeyan de, ji aliyê kê de hatine avêtin û di encamê de çi qewimiye, kuştî an birîndar hene an nînin, nehatiye ragihandin.
Li baregehê leşkerên Amerîkayê di çarçoveya têkoşîna li dijî DEAŞê weka hevpar û şerpereştê koalîsyona navdewletî dimînin.