TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi mûsekan êrîsî bajarên Heyfa û Tiberyaya yên Îsraîlê kirin!

Admin İ
Edîtor
📅 07 cotmeh 2024 17:01

PeyamaKurd – Di encama mûşekên ku ji başûrê Lubnanê ber bi bajarên Heyfa û Tebîryayê yên li bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin, 7 kes birîndar bûn. Di demekê de ku Hizbullahê gelek caran êrîşên mûşekî dibe ser deverên derdora Heyfayê, ev cara yekem e ku navenda bajêr dibe armanc.

Îsraîlê ragihand ku di encama mûşekên ku ji başûrê Lubnanê ber bi bajarên Heyfa û Tebîryayê ve hatine avêtin, 7 kes birîndar bûne. Her weha Hizbullahê ragihand ku wan bi mûşekan û balafirên bêmirov li bakurê Îsraîlê êrîşî çeperên leşkerî û leşkerên Îsraîlê kiriye. Ji 20 roketên ku ji Lubnanê ber bi herêma Heyfayê ve hatin avêtin 5 jê li bajarê Heyfayê ketin.

Di nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANNê de, ji Servîsa Alîkariya Lezgîn a Îsraîlî ya Stêrka Dawid a Sor, hat ragihandin ku di encama wê yekê de fuzeyên ku li herêmên Carmel û peravî yên li navenda Hayfayê ketine 6 kes bi sivikîli bakurê Îsraîlê birîndar bûne.

Hat ragihandin ku di encama ketina moşekê de li bajarê Tiberias ê li bakurê Îsraîlê kesek “bi giranî navîn” birîndar bûye.

Hizbullah êrîşê piştrast dike

Di daxuyaniya Hîzbullahê de hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê li Maalot-Tarşîha ya li bakurê Îsraîlê bi gelek moşekan hedef hatin girtin.

Ji aliyê din ve di wê daxuyaniyê de ku li ser hesabê medyaya civakî ya artêşa Îsraîlê hat dayîn,  hat ragihandin ku li Beyrûta paytexta Lubnanê li dijî çeperên Hîzbullahê êrîşek hatiye kirin.

 

Parve bike: