TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi roketan li balafirgeha Beledê xistin

Admin M
Nivîskar
📅 16 adar 2021 05:20

PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa fermî ya Iraqê; bi 3 roketan li baregeha leşkerî ya Beledê xistine. Hat ragihandin ku roket li derveyê baregehê ketine.

Baregeha leşkerî ya hewayî 64 km li bakûrê Bexdayê ye û baregeha herî mezin ya Iraqê ye.

Di mijara ziyanên maddî û canî de ti agahî nehat dayîn lê hinek çavkaniyên ewlehiyê ragihandine ku bi 7 roketan li baregeha Beledê xistine.

Parve bike: