Cîhan
Bi sîlihan êrîsê 2 erebên UNICEFê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li devera wadiya Xezzayê bi sîlihan êrîşê 2 erebên UNICEFê kirine lê di encamê de zerara canî nebûye. Gule, li erebeyan ketine û zerara maddî çêbûye.
Rêvebirê Neteweyên Yekgirtî yê beşa UNICEFê ku ji Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê berpirse Adele Khodr, wêneyên erebên ku ketine ber êrîşê, di ser hesabê xwe yê medya civakî de belav kir.
Khodr, ragihand ku ji bo 5 zarokan bibin cem bavên wan da bavên wan zarokan bibînin, erebên ketine ser rê, li Wadiya Xezzayê ketine ber êrîşan û tevî li ser ereban nîşana UNICEFê heye jî bi zanîn li ereban xistine.
Nehat ragihandin ku ji terefê kî de êrîş hatiye kirin.