TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden bertekek tund da Rûsyayê

Admin L
Nivîskar
📅 27 tîrmeh 2023 15:15

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden telîmat da hikûmetê ku delîlên sûcên şer ên Rûsyayê yên li Ukraynayê bi Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya ku navenda wê li Den Haagê ye re parve bike.

Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden talîmat daye hikûmetê ku delîlên sûcên şer ên Rûsyayê yên li Ukraynayê bi Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ya ku navenda wê li Den Haagê ye re parve bike.

Berdevkê Encumena Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê ku navê wî nehate zanîn ev nûçe piştrast kir û bi bîr xist, Amerîkayê berê ekîbên lêkolîner û dozgerên navneteweyî şandine Ukraynayê da ku alîkariya amadekirina dozên tawanên şer bikin.

Biryara rêveberiya Biden a ji bo hevkariyê bi ICC re yekemcar roja Sêşema borî hate gotûbêj kirin, lê Qesra Spî red kir ku hûrgulî li ser vê mijarê bide.

Ji aliyê din ve hat ragihandin, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li dijî hevkariya bi ICC re ye, ji tirsa ku ev yek rê li ber darizandinên siyasî yên leşkerên Amerîkî yên li derveyî welat veke.

Hin qanûndanerên Komarparêz û Demokrat Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tawanbar kirin bi astengkirina darizandina tawanên cengê yên Rûsyayê bi rêya nehiştina îstixbarata leşkerî ya Amerîkî ji parvekirina agahiyan bi ICC re.

 
Parve bike: