TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden, çûna Amerîkayê ya Ortega û hevjîna wî qedexe kir

Admin M
Nivîskar
📅 17 mijdar 2021 05:26

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi sedema ku zerarê dane demokrasiya Nikaragûayê, serokê dewletê Danile Ortega, hevjîna wî, cîgirê wî Rosario Murillo û hinek kesên din yên zerarê dane demokrasiya Amerîkayê, çûna wan ya Amerîkayê qedexe kir. Hefteya borî li Nîkaragûayê hilbijartin çêbû û serokê Amerîkayê Biden bi navê ‘Bi sedema siyaseta ku demokrasiyê tehdîd dikin û di tevgeran de kesên bi pirsgirêkin, danîna qedexeya ser wan ya bo çûna Amerîkayê’ biryarname îmze kir. Biden di mijarê de weha got:

“Hukumeta Ortega û kesên destekê didin wan, di nav tevgerên zorê û îstîsmarê de ne û kiryarên wan Amerîkayê xistiye nav tevgerê.”

Amerîka hilbijartinên Nîkaragûayê bi ‘hîle’ û ‘li dijî demokrasiyê’ binav dike.

Amerîka di 15 ê çiriya pêşîn de wezareta giştî ya Nîkaragûayê û 9 rêvebirên hukumetê xistibû lîsta dorpêçan.

Parve bike: