TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden: Em ê “bersiveke bilez û bibiryar li her êrîseke Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê bidin

Admin L
Nivîskar
📅 22 sibat 2022 16:21

PeyamaKurd Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi daxuyaniyekê di derbarê biryara Rûsya de soz da hevtayê xwe yê Ukraynayê Vladimir Zelensky, ew ê “bersiveke bilez û bibiryar li her êrîşeke Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê bide.

Koşka Spî da zanîn, Biden şeva borî pêwendiyeke telefonî ligel Zelensky encam da û pabendbûna Amerîka bi parastina serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê dubare kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Biden biryara Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a naskirina serxwebûna herêmên Donetsk û Luhanskê yên Ukraynayê bi tundî şermezar kir.

Herwiha hat diyarkirin, di daxuyaniyê de Biden tekez kir, Amerîka wê bi hevahengiya ligel hevalbend û hevkarên xwe bi lez û bez bersivê bide her êrîşeke Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê.

Parve bike: