Biden li ser agirbesta Îsraîlê axivî
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser biryara Îsraîlê ya agirbestê axivî û diyar kir, ew bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re peyiviye, wî ser agirbestê razîbûna xwe ragihandiye û daye zanîn, ew ê piştgiriya xwe ji bo Îsraîlê bidomînin.
Joe Biden da zanîn, Amerîka li hember ‘’Hemas û komên din yên terorî yên navendên wan li Gazze ye’’ û piştgiriya mafê rêwa yê berevaniyê dike.
Serok Biden destnîşan kir, ew di hefteyek dawî de bi Netanyahu re şeş caran, bi Serokê Rêveberiya Filistînê Mahmud Abas re jî carekê peyivîye, û spasiya Misir û rêveberiya xwe kir.
Biden eşkere kir, ew seba alîkariya ji bo gelê Gazze amade ne û got, ew dikarin bi Neteweyên Yekbûyî (NY) û komên din yên navneteweyî re bixebitin.
Herî dawî diyar kir, ew ê bi Hemas re nexebitin û got, ew ê bi alîkariyê kelûpelên leşkerî yên Hemasê neyên sitendin.