Cîhan
Biden Zelensky rexne kir: Wî nedixwest guh bide hisyariyên me
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky rexne kir û got: “Wî nedixwest guh bide hişyariyên me.”
Li gor Joe Biden li eyaleta Los Angeles di ahengekê li ser hevtayê xwe yê Ukraynî eşkere kir: “Zelensky beriya destpêkirina êrîşên Rûsyayê li ser Ukraynayê, nedixwest guh bide hişyariyên Amerîkayê.”
Biden eşkere kir: “Gelek kesan digot qey ez li ser metirsiyên êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê zêdegaviyê dikim.”
Herwiha Serokê Amerîkayê destnîşan kir: “Putin di rê de bû ji bo sînor derbas bike, tu guman li ser vê yekê jî tunebû, lê belê Zelensky nedixwest vê yekê bibihîze.”