TR KU SO
FB X
Cîhan

Bîlançoya erdheja Venezuelayê giran dibe: Herî kêm 920 mirî

Admin H
Nivîskar
📅 27 hezîran 2026 10:08

PeyamaKurd - Li Venezuelayê bîlançoya her du erdhejên li pey hev ên bi mezinahiya 7.2 û 7.5 ku herêma bakurê welat hejandibûn, her ku diçe girantir dibe.

Li gora agahiyên herî dawî jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt herî kêm 920 kesan û birîndar jî ji 3 hezar û 360 kesan borîn.

Tîmên hawarçûnê di bin kavilên bi sedan avahiyan de ji bo rizgarkirina welatiyan di pêşbaziyeke dijwar a demê de ne.

Rêxistina Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku ev erdhejên tund tenê bi navbera 40 saniyeyan rû dane û herî zêde zirar gihandine parêzgeha La Guairayê ya li bakurê paytext Caracasê.

Li herêmê kêmasiya amûrên teknîkî karê tîmên rizgarkirinê asteng dike. Bijîşkên Nexweşxaneya Domingo Lucianî eşkere kirin ku gelek zarokên birîndar bi tena serê xwe û bêyî malbatên xwe tên anîn û hinek ji wan tenê bi bandên li ser zendên xwe tên naskirin.

Li bajarên ku karesatê ji ber hinek rûdanên talanê fikarên ewlehiyê jî zêde bûne.

Parve bike: