Cîhan
Birayê Sirri Sakik ji AKPê bû namzetê namzetiyê!
PeyamaKurd- Birayê Sirri Sakikê HDPyî yê bi navê Namik Sakik ji partiya Recep Tayyip Erdogan (AKP) ji bo wekîltiyê bû namzetê namzetan.
Namik Sakik di derbarê namzetbûna xwe de daxuyaniyek da û got ku ez bûme namzet, lewra ez dixwazim yekîtî, biratî û aşîtî zêdetir bibe. Ji bo ku Kurd ji PKKê û HDPê xilas bibin, ez ê bixebitin.
Sakik wiha berdewam kir: Ez ti caran nebûme yekî HDPyî û PKKyî. Lewra mîjiyê min, ne sosyalîst û çepgir e. Ez dîndar im. Îdeolojiya wan, ne ya min e.
Namik Sakik ji bajarê Mûşê xwe ji bo partiya AKPê wekî namzetê namzetiyê nîşan daye.