Cîhan
Biryara Demirtas li ser Saredariya Diyarbekirê
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demirtaş derbarê gotin û nûçeyên li ser namzediya wî ya bo şaredariya Diyarbekirê de ragihand: “Niyeteke min ya wisa tune.”
Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê mijara namzediya wî bo şaredariya Diyarbekirê de peyamek parve kir û ragihand: "Beriya girtina hefteyê mijarê zelal bikim, ez spasiya wan kesan dikim ku derbarê namzediya min bo Serokatiya Şaredariya Diyarbekirê şîrove kirin û nûçe çêkirin, lêbelê niyeteke min ya wisa tune. li derve bi hezaran hevalên min ên ku dê bikarên van wezîfeyan pêkbînin hene.