Cîhan
Blinken û Fîdan li Brukselê civiyan
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, beriya civîna NATOyê li Brukselê hevdîtin kirin.
Hate ragihandin ku Hakan Fîdan û Blinken li paytexta Belçîka Brukselê ku ji bo beşdariya Civîna Wezîrên Derve yên NATOyê li wir in, hatin ba hev.
Derbarê naveroka hevdîtina Blînken û Fîdan de ti agahî nehatin parvekirin. Biryar e li Brkukselê bi beşdariya wezîrên derve yên hemû endaman Lûtkeya NATOyê birêve biçe.