Cîhan
Bo Trablûsê bixin destê xwe dest bi êrîsan kirin
PeyamaKurd- Li Lîbyayê li dijî rêvebiriya niha General Xelîfe Xefder li rojhilatê Lîbyayê herêmekî di destê xwe de diparêze û niha ragihandiye ku hêzên di bin rêvebiriya wî de êrîşan bibin ser bajarê Trablûsê da bixin destê xwe.
Serokê rêvebiriya Lîbyayê ya hukumeta lihevkirî Fayîz es-Serrac bo parastina jiyana sîvîlan ferman daye fermandariya hêzên hewayî da karibin êrîşan li dijî hêzên Xelîfe bikin û erka xwe bikarbînin.
Grûbên şoreşger yên bajarê Mistaratê ku ji bajarê Trablûsê 200 km dûrin ragihandin ku ew amade ne hêzên general Xelîfe bidin rawestandin.