Bogdanov: HSD çiqas zû tevlî artêsa Sûriyê bibe ewqas bas e
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov, li ser pirsa rojnamevanan a ‘Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kengî tevlî artêşa Sûriyê dibe?’ ragihand ku ew li bendê ne û çiqas zû be ewqas baş e.
Bogdanov da xuyakirin ku Rûsya piştevaniya dîyaloga navbera hikûmeta Sûrî û Kurdan dike û wiha got: “Li ser prensîbên yekparebûn û rêzgirtina erda Sûriyê, em bi hemû aliyan re ji bo çareseriyê di nav danûstandinê de ne.”
Rayedarê Rûsî li ser pirsa a ‘Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kengî tevlî artêşa Sûriyê dibe?’ jî got, “Em hêvî dikin pêk were. Çiqas zû be, ewqas baş e.”
HSDê beriya niha li ser banga rejîma Sûriyê ya tevlîbûna nav artêşê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku heger statuya xweser a HSDê bê parastin û naskirin, di çarçoveya peymaneke siyasî de ew dikarin beşdarî nav artêşa Sûriyê bibin.