Cîhan
Boko Haram 5 leskeran kust
PeyamaKurd- Li welatê Nîjeryayê di êrîşeka ku ji aliyê rêxistina muxalif Boko Haram de hat kirin de, 5 leşker jiyana xwe ji des dan. Nîjerya welatekî li Afrîkaye ku ji sala 2.000î û vir de qet tê de aramî çênabe.
Berdevkê artêşê tûxgeneral Teksas Çûkwû, bo rojnamevanan ragihand ku rêxistina Boko Haram li eyaleta Bornoyê, li gundê Bîtayê êrîş birine ser noqteyeka leşkerî. Di êrîşê de 5 leşker hatine kuştin, gelek leşker birîndar bûne û birîndar niha tên dermankirin.
Piştî êrîşê di navbera her dû aliyan de şer derketiye û ji rêxistinê gelek kes hatine kuştin.