Cîhan
Boko Haram êrîs kir: 8 lesker hatin kustin
PeyamaKurd- Li welatê rojavayê Afrîkayê li Nîjeryayê rêxistina çekdar ya bi navê Boko Haram êrîş bir ser noqta asayîşa dewletê û di encamê de 8 leşkeran kuşt.
Bûyer li eyaleta Yobe çêbû û ji bilî 8 kuştiyan gelek kes jî birîndar bûn. Li rexê dinê li ser navê artêşê Tûxgeneral Abdulmalik Bulama Biu ragihand ku li eyaleta Borno yê li devera Kondugayê di navbera artêşê û rêxistinê de şer derketiye, 4 çekdarên Boko Haramê hatine kuştin û gelek muhîmmat hatine bidestxistin.