Cîhan
Bolton dê serdana Moskovayê bike
PeyamaKurd - Çavkaniyeke dîplomatîk ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku Sekreterê Encûmena Ewlekariyê ya Federasyona Rûsyayê Nikolay Patrushev 22-23ê vê mehê li Moskova ligel Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton dicive.
Wê çavkaniya dîplomatîk tekez kir ku ew civîn dê were kirin û got, John Bolton 22-23ê Cotmehê serdana Moskovayê dike û ligel Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî dicive.
Ev daxuyanî di demekê de ye, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova ragihandibû ku niha Moskova û Washington li ser destnîşankirina roja serdana John Bolton bo Rûsyayê kar dikin.