TR KU SO
FB X
Cîhan

Bombeya pasmayîya serê Îran û Iraqê teqiya: 4 sivîl mirin

Admin H
Nivîskar
📅 18 sibat 2022 19:10

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Zubeyr a parêzgeha Besra ya Iraqê teqînekê rû da û çar kesên sivîl hatin kuştin.

Li gorî ragihandina çavkaniyeke ewlehiyê li parêzgeha Besrayê teqîn ji ber paşmahiyên şer li navçeya Zubeyr rû daye û bombeyek bi çar kesan de teqiyaye ku her çar welatî jî mirine.

Hat ragihandin ku di nav kuştiyan de zarokek jî heye.

Li gorî zanyariyan bombeya teqiyaye paşmayiya şer û pevçûnên  8 salan ên navbera Iraq û Îranê di heyama rejîma Beas de ye.

Parve bike: