Borell li Kîevê: Ji bo cebilxaneyê darefsûnê min tune
PeyamaKurd - Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell di daxuyaniya xwe ya li Kîevê de got: "De dest min de darefsûnê cebilxane biafirîne tune ye."
Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê yê YEyê Josep Borrell piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dmitriy Kuleba re li paytext Kîevê ji televîzyona Rada re axivî lê belê hêviyên Ûkrayniyan ên dabînkirina cebilxane şikand.
"Di dest min de darê fesûnî tune"
Borrell di çarçoveya 4emîn serdana xwe ya Kîevê ya piştî destpêkirina şerê Ûkrayna û Rûsyayê de diyar kir ku hemû depoyên cebilxaneyan ên li welatên YEyê vala bûne.
Josep Borell bang li rayedarên Ûkraynî kir û got: "Pêwîstiya we bi zêdetir cebilxaneyê heye û divê em bêtir cebilxane bidin we, lê belê ez ne efsûnbaz im û darefsûnê min ê ku cebilxane biafirîne tune ye. Derfet û amûrên hilberîna cebilxane ya YEyê pir kêm in. Hêzên me yên çekdar ji bo bidin we rezervên di depoyên xwe de vala kirin. Hêzên me yên çekdar ji bo depoyên we tije bikin, tijekirina depoyên xwe taloq dikin."
Borrell her wiha got ku YE dikare heta meha Adarê bi giştî nêzîkî 550-600 hezar guleyên topan,1 mîlyon guleyên ku berê soz dabûn bide Kîevê û ev jî tenê heta dawiya salê dikare bê radestkirin.