TR KU SO
FB X
Cîhan

Borrell: Ji bo alîkariyê, lihevkirineke gistî heye

Ruken güler
Nivîskar
📅 09 adar 2023 18:00

PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, li ser alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê daxuyaniyek da. Borrell da zanîn ku li ser kirînê, lihevkirineke giştî heye.

Joesp Borrell, piştî civîna nefermî ya wezîrên berevaniyê ku li paytexta Swêdê ya Stockholmê çêbû, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Borrell diyar kir ku welatên Yekîtiya Ewropayê ji bo alîkariya çekan a ji bo Ukraynayê "pêşniyaza kirîna hevpar" pêşkêşî wezîrên berevaniyê kiriye û wiha got:

"Ez dikarim bibêjim ku li ser vê yekê lihevkirineke giştî heye. Lê bele li ser prosedurê pirs hene ku li benda bersivan in.”

Josep Borrell diyar kir ku Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynayê Oleksi Reznikov, di destpêka civînê de wezîran li ser rewş û hewcedariyên li ser erdê agahdar kiriye û da zanîn ku heta dawiya vê mehê, Yekîtiya Ewropayê dê zêdetirî 11 hezar leşkerên Ukraynayê perwerde bike.

Li gorî hat ragihandin, tê payîn ku heta dawiya salê ev hejmar bigihîje 30 hezar kesan.

Parve bike: