Cîhan
Brîtanyayê cezayên ser Îranê tund kir: Geşt jî qedexe bûn
PeyamaKurd - Hikûmeta Brîtanyayê biryarên nû derxistin ku cezayên li ser Îranê girantir dikin û qeydên bazirganî û zextên li ser keştiyan zêdetir dikin û herwiha daketina balafirên Îranî jî li welêt hate qedexekirin.
Ev gav di çarçoveya hewldanên berfireh ên sînordarkirina bernameya nukleerî ya Îranê û çalakiyên wê de hat avêtin.
Li gorî biryarên nû, gihîştina Îranê bo pergala darayî ya Brîtanyayê tê sînorkirin û çarçoveya ambargoya bazirganiyê ku kelûpel, teknolojî û xizmetguzariyan digire nava xwe berfireh dibe.
Her wiha desthilata Brîtanyayê dikare li dijî keştiyan cezayan zêde bike û ji bilî rewşên taybet ên awarte, daketina balafirên Îranê li xaka Brîtanyayê qedexe bike.