TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanyayê hisyarî da Iraqê: Baweriyê bi Îranê neyînin

Admin H
Nivîskar
📅 28 rêbendan 2019 23:12

PeyamaKurd - Berpirsê Rojhilata Navîn ê Brîtanyayê Alistair Burt ragihand ku bi biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê re, dibe bandora Îranê li herêmê zêde bibe û hişyariyek da Iraqê.

Berpirsê Rojhilata Navîn ê Brîtanyayê Alistair Burt ku piştî serdana Kurdistanê derbasî Bexdayê bû ji Reutersê re ragihandiye ku dibe bi biryara vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyê re bandora Îranê li herêmê zêde bibe.

Burt wiha axivî: "Hêviya ku ti bandoreke Îranê li ser Iraqê nemîne, pir xweş e. Ya girîng ew e ku Iraq di têkiliyên derve de xwe bi xwe bide pey dahatuya xwe, aboriya xwe bihêz bike û baweriyê bi Îranê neyîne.”

Burt bal kişand ser ku divê çavkaniyên petrola Iraqê li gorî têra wan bike werin zêdekirin û derbarê rageşiya navbera Amerîka-Îranê de got, ji ber hesabên şaş îhtimala şerekî herêmî heye.

Parve bike: