TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanyayê jî nerazîbûn li dijî Esed nîsan da

📅 09 nîsan 2018 04:17

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derva ya Îngiltereyê: "Em bangî rejima Esed û piştgirên wê, Rûsya û Îranê dikin ku li dijî sivîlên bê sûc û guneh şidetê rawestînin."

Îngiltereyê der heqê êrîşa çeka kîmyayî ya ku rejima Beşar Esed li herêma Xûtaya Rojhilat a Sûriyeyê kir da bangî rejim û piştgirên wê kir ku li dijî sivîlên bê sûc û guneh şidetê rawestînin.

Wezareta Karên Derva ya Îngiltereyê li ser êrîşa biçeka kîmyayî ya li herêmê daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Heke ku nûçeyên êrîşa çeka kîmyayî ku tê da gelek kesan can da rast be, wê demê ev ji bo wehşeta ku Esed tîne serê sivîlên bêsûc û guneh, bêrêziya dijî rêgezên navneteweyî ya piştgirên wî delîl in. Divê demildest lêpirsîn dest pê bike û civata navneteweyî jî bersiv bide. Em bangî rejima Esed û piştgirên wî, Rûsya û Îranê dikin ku li dijî sivîlên bê sûc û guneh şidetê rawestînin."

Hatibû ragihandin ku rejima Esed duh êvarê li herêma Xûtaya Rojhilatê bi çeka kimyayî êrîşî navçeya Dûmayê kiribû, 40 sivîl kuştibûn.

Dûma li Xûtaya Rojhilatê cihê dawîn ê di bin kontrola mixalifan de ye û vê gavê 100 hezar kes di bin muhasereyê de dijîn.

Parve bike: